forum forum
Bugun...



9 Partiyên siyasiyên Kurdistanê li ser lîsteya hevbeş îtîfak kirin

Aliyên siyasî yên Kurdistanî biryar dan bi navê lîsteya “Hevpeyamaniya Kurdistanî” beşdarî helbijartinên encûmena parêzgehan bibin.

facebook-paylas
Güncelleme: 29-09-2019 11:35:39 Tarih: 29-09-2019 11:32

9 Partiyên siyasiyên Kurdistanê li ser lîsteya hevbeş îtîfak kirin

 

Aliyên siyasî yên Kurdistanî biryar dan bi navê lîsteya “Hevpeyamaniya Kurdistanî” beşdarî helbijartinên encûmena parêzgehan bibin.

Neh partiyên siyasî yên Kurdistanî îro Şemiyê li hev kirin ku bi lîsteyek hevbeş beşdarî helbijartinên encûmena parêzgehan bibin ku biryar e di Nîsana 2020an de were encamdan.

PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekirtiya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komînîst (Şûî) a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Nifşê Nû, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û li hev kirin ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bi yek lîstê beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin.

Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre, di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku yasaya hemwarkirî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji bo kêmkirina dengê Kurdan e li wan navçeyên Kurdistanî.

Ehmed Pîre diyar kir ku yasa ne di berjewendiya lîsteyên biçûk de ye û lewma biryar dane bi yek lîsteya hevbeş bi navê Hevpeymaniya Kurdistanî, li Kerkûk, Neynewa û Diyale beşdar bibin.

Herwiha her neh partiyan bang lî partî û aliyên din ên Kurdistanî kirin ku tevlî Hevpeyaniya Kurdistanî bibin.

Di heman demê de partiyên beşdarî li civînê kirine, giliyên dijî yasaya derbarê hilbijartinên emcûmena parêzgehan a Dadageha Federal a Iraqê jî nirxandin.

PDK û YNK di 22yê Tîrmeha 2019an de li Ddageha Bilind a Federal a Iraqê, li dijî madeya 16 a Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan doz vekir.

Li gor madeya 16 a sererastkirina Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê, di roja lidarxistina hilbijartinan de, dive her kes li nav sînorê parêzgeha xwe be.

Ji ber vê madeyê, hejmareke mezin a awareyan ku nikarin di dema hilbijartinan de vegerin parêzgehên xwe, ji proseya hilbijartinan û mafê xwe yê dengdanê bêpar dibin.

Parlamentoya Iraqê berî demekê, pêdeçûn bi Yasaya Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan kir û li gor wê pêdeçûnê biryar e di roja 1ê Nîsana 2020an de hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Iraqê bên lidarxistin.

Li gor heman yasayê, dê li parêzgeha Kerkûkê jî, ku cihê herî giring ê nakok di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye, bê lidarxistin.




Kaynak: Rûdaw




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SIYASET Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI