Îro çarşemê piştî nîvro 5/6/2019, agir bi genimê cotkarên kurd ê li sînorê Pirdê ketibû. Herwiha cotkaran du kes bi tohmeta şewitandina genimên xwe girtine.
Catkarên kurd vîdyoyek jî girtine û di wê vîdyoyê da hatiye aşkerekirin k udu gencên rêgez ereb zeviyên cotkarên kurd şewitandine. Herwiha li gor wê vîdyoyê temenê wan ciwanan di ser 20 salan ra ye.
Ligor zanyariyên gihişte BasNewsê yek ji wan ciwanê hatiye desteserkirin xizmê berpirsê îdareya Pirdê ye.
Îro piştî nîvro li Serbîr û Qere Salim û Dermanaw agir bi genime cotkarên kurd ketibû û bi sedan donim genim şewitî bû.