![]() |
Tweet | Tarih: 17-11-2018 20:08 |
Partiyên opozisyona Tirkiyê, veguhestina zeytûnên Efrînê rexne kirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirli jî weke bersiva van rexneyan got: "Em naxwazin qezenca wan zeytûnan bigihe rêxistinên Kurdî."
Parlamenterên HDPê di civînên derbarê budceyê de zeytûnên ku ji Efrînê tên Tirkiyê anîn rojevê. Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Bekir Pakdemirli jî bersiva wan da û got: "Em dixwazin li Efrînê xêra zeytûnan bigihe me. Heta niha zetûnên ku hatine Tirkiyê 600 ton in."
Li gorî medyaya Tirkiyê, parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçin di civînê de da zanîn ku 8ê Mijdarê zêdeyî 50 ton zeytûn di deriyê neqanûnî ya bi navê Çiqlê Zeytûnê re derbas bûne. Maçîn di civînê de dizîna zeytûnên Efrînê rexne kir û got: “Divê hikûmet dest ji vê siyaseta talankirinê berde.”
Wezîrê navbihurî jî bersiva parlamenterên opozisyonê da û got: "Em dixwazin li Efrînê li wê herêma ku di bin desthilata me de ye, hecel ji me re be. Lewra bo Kooperatifa Krediyê ya Çandiniyê destur hate dayîn ku 5 hezar ton zeytûn bê veguhestin. 8ê mehê derî vebû û heta niha 600 ton seytûn derbasî Tirkiyê bû. Mijara 200 ton zeytê jî şerm e ku em behs bikin. Yanî li Efrînê em wek hikûmet naxwazin qezenca zeyt û zeytûnan bikeve destê rêxistinên Kurdî, ev gelekî zelal e."