bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort esenyurt escort istanbul escorts escort istanbul şişli escort bayan beylikdüzü escort bayan sakarya escort bayan sakarya escort diyarbakır escort sakarya escort antep escort
porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno
Bugun...


Bexda 400 milyar dînarî ji bo Kurdistanê dişîne
Tarih: 30-05-2020 12:12:22 Güncelleme: 30-05-2020 12:12:22 + -


​Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, di rojên bihê de dê 400 milyar dînar ji Bexdayê bigihêje Herêma Kurdistanê, ku beşek e ji mûçeyê mehane yê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

facebook-paylas
Tarih: 30-05-2020 12:12

Bexda 400 milyar dînarî ji bo Kurdistanê dişîne


Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê dibêje, di rojên bihê de dê 400 milyar dînar ji Bexdayê bigihêje Herêma Kurdistanê, ku beşek e ji mûçeyê mehane yê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li gorî nivîsekê ku roja 24 Gulanê hatiye belavkirin û îmzeya Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ebdulemîr li ser e, ferman hatiye dayîn ku ew pere li ser hesaba bankî ya Herêma Kurdistanê ya li Banka Navendî ya Iraqê were zêdekirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad dibêje, pêwîst e ew pere 453 milyar dînar be û ji ber cejnê şandina pereyan hinekî li paş ketiye.

Beşîr Hedad da xuyakirin, “piştî şandina wan pereyan, pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî di dema mehekê de bigihine lihevkirineke konkrêtî di derbarê herdu dosyeyên darayî û petrolê de.”

Li gor yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019an, divê hikûmeta Iraqê mehane 453 milyar dînar bo mûçe bişîne Herêma Kurdistanê.

Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Viyan Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand, ew 400 milyar dînar  heqê darayî yê Herêma Kurdistanê ye bo meha Nîsanê.

Viyan Sebrî tekez kir, “şandina wî pereyî ji Bexdayê ve bo Hewlêrê, berhema civîn û gotûbêjên navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye.”

Roja Çarşemê 20ê Gulanê jêderekî ji Civata Wezîran ji Rûdawê re ragihand, Serokwezîrê Iraqê bi devkî rizamendî nîşan daye, daku 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin.

Pêştir Wezîrê Darayî yê Iraqê nivîseke fermî arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû û têde ragihandibû, ku pêwîst e piştî cejnê herdu alî bi hev re bicivin û pirsa bûdceyê û dosyeya petrolê di nava mehekê de çareser bikin.

Li hember jî, Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê bersiva vê nivîsê dabû û razîbûna Herêma Kurdistanê nîşan dabû.




Kaynak: Rûdaw



FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER ABORÎ Haberleri

ÇOK OKUNAN HABERLER
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
YUKARI