bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort esenyurt escort istanbul escorts escort istanbul şişli escort bayan beylikdüzü escort bayan sakarya escort bayan sakarya escort diyarbakır escort sakarya escort antep escort
porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno
Bugun...


Li Rojava bi hezaran donim zevî hatin şewitandin
Tarih: 05-06-2019 10:57:44 Güncelleme: 05-06-2019 10:57:44 + -


​Li Rojavayê Kurdistanê di van 3 rojên dawiyê de agir bi hezaran donim zeviyên genim û ceh ên cotkaran ketiye û di encamê de berhemên dexl û danên cotkarên herêmê di nava agir de şewitîne.

facebook-paylas
Tarih: 05-06-2019 10:57

Li Rojava bi hezaran donim zevî hatin şewitandin


Li Rojavayê Kurdistanê di van 3 rojên dawiyê de agir bi hezaran donim zeviyên genim û ceh ên cotkaran ketiye û di encamê de berhemên dexl û danên cotkarên herêmê di nava agir de şewitîne.

 

Li gor ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, pêr di navbera Amûdê û Qamişlo de agir bi zeviyên çandiniyê yên xelkê ket û di encama şewatê de 30 hezar donim dexl û danên xelkê şewitîne.

 

Hatiye ragihandin, duh Sêşemî 4ê Hezîranê li navçeyên Tirbespî, Til Temir û Girê Spî agir bi zeviyên çandiniyê ketiye û di encamê de bi hezaran donim zeviyên cotkaran şewitîne.

 

Li gor zanyariyên vê ajansa nêzîkî Rêveberiya Xweser, duh saet 13:00an li gundewarê Til Temirê agir bi zeviyên gundê Nayif, ku dikeve ser rêya bajarokê Til Temir a girêdayî Hesekê, ketiye û piştre agir berfireh bûye û gihîştiye heya zeviyên gundê Kebaka.

 

Hatiye ragihandin, tevî hewldanên tîmên agirvemirandinê, di encama şewatê de nêzîkî 40 donim zeviyên genim û ceh ên xelkê şewîtine. Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, tîmên agirvemirandinê û xelkê herêmê piştî 5 saetan karîne, agir kontrol bikin.

 

Herwiha li bajarokê Tirbespiyê jî li nav zeviyên gundên Til Tehîn û Helwiye ya Bejayî agir derket û di encamê de 300 hektar dexl û danên xelkê herêmê şewitîn. Hatiye ragihandin, 80 hektar genim û 220 hektar ceh ên cotkarên herdu gundan di bûyerê de şewitîne.

 

Li navçeya Girê Spî jî bûyerên şewata zeviyên çandiniyê derketine. Li gor zanyariyan, roja bihorî agir bi zeviyên gundên Til Ehmer û Yabise û çend gundên derdorê ket û di encamê de bi sedan donim erdên cotkaran şewitîn.

 

Herwiha roja Duşemiyê saet 13:30ê piştî nîvro agir bi zeviyên gundê Sîxor ê ser bi Çaxir Bazar a ser bi Amûdê ve ketiye, û ji ber hebûna bayekî zêde agir berfireh bûye û di encamê de agir bi rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê ketiye.

 

Tîmên agirvemirandinê yên bajarê Amûdê hewl dan agir vemirînin, lê agir gihişte sêgoşeya Amûdê, Qamişlo û Hesekê heya sayloyên Gebeka.

 

Nêzîkî 40 otombîlên taybet bi vemirandina agir û hejmareke mezin ji hêzên Asayişê ji bo alîkariya xelkên xwe gihandine wan navçeyan ji bo ku agir vemirînin.

 

Tevî hemû hewldanên ji bo vemirandina agir, lê belê agir dereng hate kontrolkirin û di encama şewatê de 30 hezar donim zeviyên genim û ceh ên cotkarên herêmê şewitîn.




Kaynak: Rûdaw



FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER ABORÎ Haberleri

ÇOK OKUNAN HABERLER
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
YUKARI