forum forum
Bugun...



Amerîka li dijî Îranê hevpeymana cihanî pêktîne

Wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragehand, êrîşa li ser keştiyên barhelgir li avên kendavê pirsgirêkek cîhanî ye û ji ber wê jî Washington mijûlê pêkanîna hevpeymaniya cîhaniye li dijî Îranê.

facebook-paylas
Tarih: 15-06-2019 12:20

Amerîka li dijî Îranê hevpeymana cihanî pêktîne


Wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragehand, êrîşa li ser keştiyên barhelgir li avên kendavê pirsgirêkek cîhanî ye û ji ber wê jî Washington mijûlê pêkanîna hevpeymaniya cîhaniye li dijî Îranê.

Wekîlê wezîrê berevaniya Amerîkayê Patrick Shanaha vê derbarê de ragehand, ji ber wê pirsgirêkê ez wek serpereştyarê Pentagon, şêwirmendê bilind ê Qesra Spî John Bolton û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi alîkariya şêwirmendên bilind ên Donald Trump ve pêdeçûnê li ser pêkanîna hevpeymaniyekî navnetewî dikin.

Herwaha got: ‘’Sedî 15 nefta cîhanê li zîniya ango gerdena Hurmiz ve derbas dibe. Pêwîste li ser rewşa herî xirab jî bername û planekî me hebe û pêwîstiya me bi pêşxistina piştevaniya navnetewî heye.’’

Shanaha got: ‘’Rola Pentagonê vê derbarê de dayîna zanyariyan e bi hevpeymanên Amerîkayê re û bi heman awayî fermandariya hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn dike, bi belav kirina wan videoyên di dest de bûn ve destê Îranê di wî karî de piştrast kiriye.’’

Amerîka û Brîtanya rasterast Îranê ji ber êrîşa li ser keştiyên neft helgir tometbar dikin, lê Îran vê yekê red dike û wek senaryoyekî dijî xwe pênase dike.




Kaynak: Bas News




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER DINYA Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI