forum forum
Bugun...



Amerika 5 hezar serbaz dişîne Rojhilata Navîn

​Ji ber aloziyên navbera Waşington û Tehranê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxwaz ji Pentagonê kiriye, pênc hezar serbazên din bişîne Rojhilata Navîn, Pentagonê jî ragihandiye dê vê pêşniyarê binirxîne.

facebook-paylas
Tarih: 23-05-2019 11:23

Amerika 5 hezar serbaz dişîne Rojhilata Navîn


Ji ber aloziyên navbera Waşington û Tehranê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxwaz ji Pentagonê kiriye, pênc hezar serbazên din bişîne Rojhilata Navîn, Pentagonê jî ragihandiye dê vê pêşniyarê binirxîne.

 

Du berpirsên pilebilindên Amerîkayê ku daxwaz kirine navê wan neyê aşkerekirin, ji medyayên welatê xwe re ragihandine, niha Pentagon nirxandinê ji bo pêşniyarekê dike ku daxwaza şandina 5 hezar serbazên Amerîkî bo Rojhilata Navîn dike.

 

Bi gotina wan herdu berpirsên Amerîkî, pêşniyar ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ve hatiye kirin û sedema wê pêşniyarê jî zêdebûna gefên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li navçeyê heye.

 

Pêştir medyayên Amerîkayê belav kiribûn ku rêveberiya Trump dixwaze rûbirûyê gefên Îranê bibe û ji bo wê yekê dixwaze 120 hezar serbazan bişîne Kendavê, lê belê piştre Trump ragihand, ew nûçe saxte ye ragihand, biryarek bi vî awayî di bernameya wî de tune ye û tekez kir, eger biryar jî were dan, ew dê serbazên zêdetir bişîne Rojhilata Navîb.




Kaynak: Rûdaw




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER DINYA Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI