forum forum
Bugun...



Artêşa Tirkiyeyê bargehên YPGê yên li Til Rifatê topbaran kir

Grûpên terorîst yên ser bi artêşa Tirkiyê bingehên YPGê li Til Rifat û herêma Şehbayê topbaran kirin.

facebook-paylas
Tarih: 21-09-2019 11:50

Artêşa Tirkiyeyê bargehên YPGê yên li Til Rifatê topbaran kir


Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çeteyên opozîsyona Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin ji bajarokê Mariê ve bingehên YPGê li Til Rifat û gundên Şehbayê topbaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, herêma Til Rifat û derdora wê bi dehan topan hatin armankirin û di encamên wî topbaranê de gelek ziyanên madî çê bûne.

Herwihada zanîn jî, wek bersivekê li ser wê êrîşê, YPGê binkeyên grûpên çekdar li bajarê Ezazê topbaran kirin.

Ev yek di demekê de ye, şerekî giran di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê û grûpên “Mertala Firatê” li gundê Hezwan a ser bi Babê ve derketiye û li gor zanyariyan ziyanên canî yên her du aliyan hene.




Kaynak: K24




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KURDISTAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI