forum forum
Bugun...



Barzanî bersiv da Trump: Xwîna Kurdan ji pere binirxtir e

​Serok Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên herî dawî yên têkildarî Rojavayê Kurdistanê, de peyamek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand û ragihand, “xwîna Kurdan gelek ji çek û pereyan giring û bi nirxtir e.”

facebook-paylas
Tarih: 09-10-2019 15:15

Barzanî bersiv da Trump: Xwîna Kurdan ji pere binirxtir e


Serok Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên herî dawî yên têkildarî Rojavayê Kurdistanê, de peyamek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand û ragihand, “xwîna Kurdan gelek ji çek û pereyan giring û bi nirxtir e.”

Serok Barzanî di vê peyama xwe ya bo Trump de herwiha dibêje: “Xelkê Kurdistanê hertim li pey mafê xwe bûne.”

Barzanî herwiha ji Trump re ragihandiye: “Pêşmerge DAIŞ têk bir û hevbeşekî bi bandor ê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê ye.”

Serokê Amerîkayê, Donald Trump di yekem helwêsta xwe ya derbarê bûyer û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê de, vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê aşkere kiribû û ragihandibû: “Em dê ji vî şerê bê wate û bê dawî derkevin. Kurdan jî bê beramber ji me re şer nekirin û me gelek pere û çek dane wan.”

Tevî ku destpêkê wisa xuya bû, ku Trump glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye, ku êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike, lê paşê di helwêsteke berovajî de, Trump gefa wêrankirina aboriya Tirkiyê xwar û got, eger ew bizane ku Tirkiye ji sînorê xwe yê diyarkirî derketiye, ew dê aboriya wî welatî wêran bike.

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ragihandine, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Enqere dixwaze bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometran derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe û li gor îdiaya rayedarên wê, dê navçeyeke aram li wê herêmê çê bike û 2 heta 3 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê li herêmê bicih bike.

Koşka Spî pêr serê sibê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku Tirkiye dê di demeke nêz de operasyoneke leşkerî bo ser herêma bakurê rojhilatê Sûriyê pêk bîne û diyar kir, ku Amerîka nabe beşek ji vê êrîşê, lê li pêşiya vê operasyonê nabe asteng jî.

Piştre Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê aşkere kir, ku ew bi ti awayî piştgirî nadin operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê û diyar kir, ku wan Tirkiyê ji pêngaveke yekalî ya bi vî awayî hişyar kiriye.




Kaynak: Rûdaw




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER ROJEV Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI