forum forum
Bugun...



Çeteyên terorîst li Efrînê yek jê doktor 12 kes revandin

Revandina welatiyên Efrînê ji aliyê çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e û di çend rojên bûrî 13 kes revandin.

facebook-paylas
Güncelleme: 14-09-2019 12:07:15 Tarih: 14-09-2019 11:59

Çeteyên terorîst li Efrînê yek jê doktor 12 kes revandin

 

Rêxistina Mafên Mirvan li Efrînê belav kir, grûpa çeteya bi navê Polîsa Leşkerî roja 10ê vê mehê Rêvebirê Nexweşxaneya Cîhan diktor Sebrî Henan yê 75 salî revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Da zanîn jî, grûbên terorîst bi ser gundê Dêr Belûtê de girt û 9 kes bi tometa ku hemû welatiyên Efrînê pê tên tometbarkirin “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” revandin.

Wê rêxistinê navên kesên revandî belav kir, Mihemed Menan Silêman, Mihemed Mihemed Silêman, Luqman Mihemed Ebdo, Ehmed Wehîd Şoke, Îsmaîl Şêx Emlîxe, Bakîr Mihemed Bakîr, Cîhad Mihemed Xelîl, Şêxo Reşîd Tahîr û Mehmûd Mihemd Izet in.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar ciwanekî Kurd ê bi navê Ebdo Salih roja 11ê vê mehê li Cindirêsê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, hêzeke Tirkî ligel grûpeke terorîst roja 8ê mehê kalemêrê 74 salî Zeîm Şêx Ehmed ji gundê Şêx Ehmo yê navçeya Reco revand.

Herwiha grûpeke din a çete roja 3ê vê mehê welatiyê ji gundê Miskê Henan Xelîl Cindo li rêbenda gund revand û ta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye, Komîta Lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî roja 11ê vê mehê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar li Efrînê bi berdewamî welatiyên Kurd ên sivîl direvînin, eşkence didin û dikujin.




Kaynak: K24




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KURDISTAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI