escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Selahattîn Demîrtaş ku du sal dibe li Girtîxaneya Cezayên Giran a Edîrneyê zîndanî ye, bi rêya parêzerên xwe ragihandiye: “Ne merce e ku siyaset tenê di çarçoveya partiyekê de bê kirin. Li meydana siyasî ya Tirkiyê HDP partiyeke siyasî ya gelekî bihêz û girîng e û divê bi vî awayî jî berdewam be.”
Demîrtaş piştgiriya xwe bo HDPê tîne ziman û dibêje: “Ez bi tevahî piştgiriya HDPê dikim, lê di demeke dûr an nêzîk de qet li wê yekê nafikirim careke din posta hevserokê HDPê bidest bixim. Nabim berbijêrê ti postekî din jî.”
Demîrtaş di peyama xwe ya dawî de dibêje: “Desthilat bi hemû awayî dixwaze min di zîndanê de bihêle heta wê dema hemû karên xwe yekalî dikin. Piştre hewldanek heye bo dûrxistina min ji siyasetê bi rêya ferzkirina qedexeya siyasî.”
Demîrtaş tekez kiriye, ku qet li pile û post nefikriye û gotiye: “Peywendiya min rasterast ligel xelkê bûye. Ti girtîgehek, dîwarekî bilind û qayîm nikare peywendiya min a ligel xelkê qut bike û astengiyan bixe navbera me. Piştîvaniya berdewam a xelkê bo min paldereke bi awayekî berdewam bandora min di siyasetê de hebe û berdewam bim li ser xebata bo aştî û demokrasiyê.”