![]() |
Tweet | Tarih: 02-03-2019 13:10 |
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li devera Çaldiran ya Ormiyê û li nêzîkî sînorê Bakûr, cenazeyê kolberekî ku çend roj berê di dema kolberiyê de wenda bibû, di nav berfê de hat dîtin.
Li gorî agahiyan, 2 kolberên din jî ji ber sermayê bê hiş bibûn lê ew niha li nexweşxanê tên dermankirin û rewşa wan jî baş nîne.
Navê kolberê ku ji ber sermayê can daye, Tahir Edîbî û xelkê gundê Îsa Gûlik yê Çaldiranê bûye. Yên din jî navê yekê Bêhzad Xelîlî û navê yê din jî Ferhad Neqşî ye. Bêhzad Xelîlî par havînê jî di êrişa pasdaran de birîndar bibû.