![]() |
Tweet | Tarih: 14-03-2019 11:36 |
Li Amedê di encama operasyonekê de 1 hezar û 195 bermayiyên dîrokî û 7 gram bûjen (madde) ku tê gotin kaliforniyum e hate bi destxistin. 3 kes jî hatin desteserkirin.
Walîtiya Amedê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku piştî lêkolînên dûrûdirêj, tîmên Birêveberiya Beşa Tawanên Rêxistinî ya Fermandariya Leşkerî ya Bajarê Amedê û ya navçeya Kayapinarê, li navçeya Kayapinarê bi ser malekê de girtine.
Walîtiyê daye zanîn ku di encama biserdegirtina malê de 1 hezar û 195 bermayiyên dîrokî ku praniya wan polik in û 7 gram bûjen ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye hatiye bidestxistin.
Herwiha hatiye ragihandin ku têkildarî mijarê 3 kes jî hatine desteserkirin û yek ji wan 3 kesên ku hatine desteserkirin, di amadekariya firotina van polik û berhemên din ê dîrokî û bûjenê de bûye.
Hate zanîn ku ji bo li ser ew berhemên dîrokî û wê bûjena ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye, lêkolîn bêne kirin, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz ji AFAD û Dezgeha Enerjiya Atomî ya Tirkiyê hatiye kirin ku tîmên xwe yên pispor bişînin.
“Kaliforniyum yek ji bûjenê herî xeternak in”
Bûjena Kaliforniyum ku ji ber cara yekem li Zanîngeha Kaliforniyayê hate lêkolînkirin û ji ber vê yekê navê zanîngehê lê kirine, yek ji bûjenên herî xeternak in û di sirûştê de nayê dîtin.
Kaliforniyum, piranî di reaktorên nukleerî, di lêgerîna zêr û zîv, di kolana bîrên neftê û amûrên pîvana rewayê de tê bikaranîn.