forum forum
Bugun...



HDP'ê dest bi kampanya Kurdî kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo pêşvebirina Kurdî û rakirina astengiyên li pêşiya ziman dest bi kampanyayê kir. Di çarçoveya kampanyayê de wê li nobedên demokrasiyê dersên Kurdî bên dayin.

facebook-paylas
Tarih: 05-10-2019 09:34

HDP'ê dest bi kampanya Kurdî kir

HDP'ê dest bi kampanya zimanê dayikê kir. Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Platforma Zimanê Kurd ku ji partiyên Kurdan pêk tê wê piştevaniya kampanyayê bikin.

HDP di çarçoveya kampanya zimanê Kurdî de wê li nobedên demokrasiyê bi rengekî sembolîk dersên Kurdî bide.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefhan Cizîrî diyar kir, divê zimanê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Cizîrî destnîşan kir, ji bo Kurdî weke zimanê propagandayê li her deverê bê bikaranîn û pêş ve birin, divê li her qadê kar bê kirin.

Berdevk got, "Divê em zimanê Kurd li her deverê belav bikin. Ev yek naye wê wateyê ku em li dijî zimanên din in. Bila bi hemû zimanan bê axaftin, lê belê em Kurd in û mafê me ye ku em bi zimanê xwe biaxivin."




Kaynak: ANF




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER PERWERDEHÎ Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI