forum forum
Bugun...



Heşdî Şeibî perçe dibe, komek ji rêxîstinê veqetiyan

Hejmarek milîsên ser bi Heşdî Şeibî jê cuda bûne û encûmenek ser bi Îranê ava dikin.

facebook-paylas
Güncelleme: 28-09-2019 11:12:22 Tarih: 28-09-2019 11:08

Heşdî Şeibî perçe dibe, komek ji rêxîstinê veqetiyan

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, çend hêzên milîs bi nû de sererast kirina Heşdî Şeibî razî nînin û naxwazin bi temamî bikevin bin fermana hikûmet û Ayetulla Elî Sîstanî yê merciya bilind a şîeyên Iraqê ye.

Çapemeniya Iraqê îro 28.09.2019ê belav kir, hejmarek rêveberên çend hêzên milîsên Heşdî Şeibî mijûlê civînên veşartî ne bo ava kirina encûmena hemahengiyê di navbera xwe de.

Li gor çapemeniya Iraqê navê wan rêveberan waha ye:

-Ebu Mehdî Muhendîs

- Qeys Xezalî

- Ekrem Keibî

- Ebu Ala Elwelayî

- Ebu Ekrem Elmacîdî

- Elî El Yasirî

Ev rêveber û milîsên ser bi wan ve ne dê di bin navê ‘’Berevaniya Îslamî’’ encûmenekî ava bikin û ferman û rênmayiyên xwer rasterast dê ji Sipaha Pasdarên Îranê wergirin.

Parlamenterekî Hevpeymaniya Fetih jî cuda bûna hejmarek hêzên milîs ji Heşdî Şeibî, ji malpera El Erebî Cedîd re piştrast kir û navên wan hêzên milîs waha aşkera kir;

- Hizbullah a Iraqê

- Ketîbeyên Seydî Şuheda

- Ketîbeyên Îmam Elî

- Esayîb Ehl El Heq

- Tevgera Nuceba

- Seraya Xorasanî

- Tevgera Îbdal

- Ketîbeyên Cundî Îmam

- Ew milîsên Iraqê yên li Sûriyê piştevaniya rejîma Sûriyê dikin jî ser bi heman eniyê ne.

Heşdî Şeibî zêdetir ji 60 grub û milîsên tayfeyî yên tund pêktê, ku piştî xwe paşve kêşana artêşa Iraqê û dagir kirina nêzîkî nîvê axa Iraqê ya ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve, bi fermana merciya bilind a şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî ve pêkhat.




Kaynak: Bas News




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER DINYA Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI