forum forum
Bugun...



Kujerê malbata Rojavayî hate desteserkirin

Asayişa Hewlêrê radighîne, kujerê malbatek 5 kesî ya xelkê rojavayê Kurdistanê desteser kiriye û dê zanyariyên zêdetir, di demên bê de belav bike.

facebook-paylas
Tarih: 05-10-2019 09:06

Kujerê malbata Rojavayî hate desteserkirin


Rêveberiya Asayişa Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ragihand, roja 3ê vê mehê li nêzîkî gundê Pîrreş ê Hewlêrê, termê jin û zilamek û sê zarokan, ji aliyê tîmên Rêveberiya Asayişê ve hatine dîtin, ku bi guleyan hatibûn kuştin.

Piştî lêkolîn û komkirina belgeyan ji alî tîmên Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ve, tometbar hat destnîşanikirin û di demek kurt de, karîn desteser bikin.

Ligor lêkolînên destpêkê û danpêdana kesê, ku hatiye girtin - Ferîdûn Kerîm Remedan, roja 2ê vê mehê, bi kuştina tevayiya endamên malbatek pênc kesî rabûye, ku ji bav, dayik û sê zarokan pêk hatibû. Ew malbat xelkê rojavayê Kurdistanê ne û li gundê Pîrreş ê Hewlêrê dimîn in.

Tometbar Ferîdûn Kerîm Remedan, destpêkê serokê malbatê yê bi navê Besam Husên Resul bi guleyan kuştiye,  piştre hevjîna wî ya bi navê Swalîn Mhemed Nezîr piştre jî, her sê zarokên - bi navê Husên ê yazde salî, Ruşka ya heft salî û Mhemed ê pênc salî kuştiye.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê belav jî kiriye, lêkolînên di vê tawanê de berdewam in, û di demeke nêzîk de, dê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê zanyariyên zêdetir belav bike.




Kaynak: K24




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KURDISTAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI