![]() |
Tweet | Tarih: 10-03-2019 13:39 |
Berdevkê Polîsê Helebceyê ragihand ku pêşmergeyekî hêzên 70 yê niştecihê Helebceyê, li nav bazara wî bajarî du polîs kuştin û ew jî bi birîndarî hat desteserkirin.
Berdevkê Polîsê Helebceyê Herzan Usman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Şevê din li nav bazara Helebceyê di encama şer û teqekirinê de du karmendên polîs ên temen 34 salî û 35 salî hatin kuştin. Yek ji wan polîsan karmendê polîsê pasevanî yê Silêmaniyê ye.”
Herzan Usman herwiha diyar kir: “Tohmetbarê bûyerê pêşmergeyekî temen 32 salî ye û ser bi hêzên 70 ye, ku bi birîndarî ji aliyê hêzên polîs û asayişê ve hat desteserkirin, tohmetbar jî li gor madeya 406 hat desteserkirin û lêkolîn jî berdewam e.”