forum forum
Bugun...



Li Amedê qeza: Kesek mir, 9 kes birîndar bûn

Li Amedê di encama bûyereke hatinûçûnê de, kesekê canê xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn. Kaynak: Li Amedê qeza: Kesek mir, 9 kes birîndar bûn

facebook-paylas
Tarih: 28-09-2019 11:49

Li Amedê qeza: Kesek mir, 9 kes birîndar bûn


Bûyera trafîkê îro derdora danê nîvro, li navçeya Çermûgê ya bi ser Ameda Bakurê Kurdistanê ve rû da.

Li gor zanyarîyan welatîyê bi navê Muhammet Bahrîogullari bi kesûkarên xwe ve bi otomobîla xwe diçû bo germava li navçeya Çermûga Amedê û ew otomobîl li nêzî Çermûgê li devera Mahro ji rê derket û wergerîya.


Di encama wê bûyerê de li gor zanyarîyan jina bi navê Fahrîye Kaçar a 39 salî ku xwîşka Bahriogullari bû, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.


Herwiha di encama wê bûyerê de, 6 jê zarok 9 kes jî birîndar bûn û ew birîndar ji alîyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyê hatin rakirin.


Lê belê li gor zanyarîyan rewşa kurê Bahrîogullari jî ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, giran e.


Herwiha hat zanîn ku Muhammet Bahrîogullari li navçeya Halîlîye ya bajarê Rihayê, endamê rêveberîya Partîya Saadetê ye.

 







Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER JIYAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI