forum forum
Bugun...



Li Rojhilatê Kurdistanê 3 keçên Kurd dawî li jiyana xwe anîn

​Li bajarên Neqede, Sine û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê sê keçên kurd xwe xeniqandin.

facebook-paylas
Tarih: 21-09-2019 11:37

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 keçên Kurd dawî li jiyana xwe anîn


Li bajarên Neqede, Sine û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê sê keçên kurd xwe xeniqandin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, keçikek kurd bi navê S.A. (18 salî) xwe xeniqand.

Li gorî agahiyan, ew keçik xwedana dikana xemilandina jinan bû û li dikana xwe de xeniqandibû. Heta niha nayê zanîn wê keçkê çima xwe xeniqandiye.

Li gundê Bilwan ava yê bajarokê Dêgulan yê Sine jî, keça bi navê Dilgeş Mihemedî, ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe xeniqand.

Pêr jî li gundê Şînawê yê Pîranşarê, keça bi navê Rojîn Mistefapûr xwe xeniqandibû. Nayê zanîn Rojînê çima xwe xeniqandiye.




Kaynak: Bas News




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER JIYAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI