forum forum
Bugun...



Li Şemzînanê qeza, 4 xwendekar jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di qezaya Şemzînanê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane bo 4 kesan zêde bû. Herwiha dermankirina du birîndaran jî berdewam e.

facebook-paylas
Tarih: 29-09-2019 11:24

Li Şemzînanê qeza, 4 xwendekar jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di qezaya Şemzînanê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane bo 4 kesan zêde bû. Herwiha dermankirina du birîndaran jî berdewam e.

Roja înê li li ser rêya navbera herdu gundên Çemê Seyidan û Şepetan ên girêdayî bajarokê Rûbarokê, serwîsa xwendekaran wergeriya .

Li gor zanyariyên hatin bi destxistin, di encama bûyerê de 4 jê giran, bi giştî 6 kes birîndar bûn.

Ji ber ku birînên 2 ji wan xwendekarên giran bûn, ew bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Wanê li Bakurê Kurdistanê hatin veguhastin, lê belê tevî hewldanên pizîşkan, 2 xwendekaran canê xwe ji dest dan.

Îro Şemiyê jî ji ber dijwariya birînê du xwendekarên din jî canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên Rûdawê, navê wan kesên ku canê xwe ji dest dane ev in: Zîlan Tekîn, Agît Tekîn, Sumeye Tekîn û Elif Sevcan.

Hat zanîn ku ji kesên canê xwe ji dest dane; Zîlan Tekîn, Agît Tekîn, Sumeye Tekîn xwîşk û birayên hev in.

Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, dermankirina Ayşe Sevcan û Îkram Tekin berdewam e.




Kaynak: Rûdaw




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER JIYAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI