forum forum
Bugun...



Maratona Helepçeyê! Bi hezaran kes ji bo bîranîna Helepçeyê bazdan

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro 17ê Adarê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebce, marathonek li Helebce birêve çû û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.

facebook-paylas
Güncelleme: 17-03-2019 17:47:23 Tarih: 17-03-2019 17:35

Maratona Helepçeyê! Bi hezaran kes ji bo bîranîna Helepçeyê bazdan


Îro 17ê Adarê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebce, marathonek li Helebce birêve çû û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.

Marathon ji pêş deriyê parka navçeya Sîrwan destpê kir û li pêş Kolîja Perwerdeya Werzişê ya Zanîngeha Helebceyê bidawî hat.

Seroka Encûmena Gencên Kurdistanê Pêlan Ebdula ragihand, dirêjahiya marathonê 5 K.M bû wek amajeyekê ji hejmara şehîdên Helebce yên 16ê Adara 1988an bi çekên kîmyayî hatine şehîdkirin.

Ragihand jî, ev sala sêyem e li ser hev marathon tê encamdan, Encûmena Gencên Kurdistanê bi hevbeşî bi Zanîngeha Helebce û 48 rêxistinên din ên parêzgeha Helebceyê birêve dibe.

Hejmarek mezin xelkê û xwediyên pêwîstiyên taybet jî beşdarî marathonê dibin û xelat li kesên yekem, duyem û sêyem yên serkeftî li ser asta kuran, keçan, xwedî pêwîstiyên taybet hatin belavkirin.

Maraton bi sponsoriya media Kurdistan24 ve pêk hat. 




Kaynak: K24




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SPOR Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI