forum forum
Bugun...



Pentagon: Tirkiyê ji sîstema karê asmanî hate derxistin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Tirkiyê ji aliyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya sîstema karê asmanî hate derxistin û ew bi ti awayî piştgiriya êrişa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nakin.

facebook-paylas
Güncelleme: 07-10-2019 22:34:39 Tarih: 07-10-2019 22:31

Pentagon: Tirkiyê ji sîstema karê asmanî hate derxistin

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Tirkiyê ji aliyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya sîstema karê asmanî hate derxistin û ew bi ti awayî piştgiriya êrişa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nakin.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê Carla Gleason ji ajansa fermi ya hikûmeta Tirkiyê AAyê re ragihand ku Tirkiye ji aliyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya “Fermanên Erkên Asmanî” hate derxistin.

Carla Gleason da zanîn ku edî dê agahiyên derbarê keşîf û çavdêriyên de ligel Tirkiyê neyên parvekirin.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê destnîşan kir ku êdî nemimkûn e ku Tirkiye bi serê xwe bikare asmanên Sûriyê bikar bîne.

Li ser pirsa “ev tê wateya qada asmanî ji Tirkiyê re hatiye girtin?” Carla Gleason got: “Weke teknîkî neyê vê wateyê jî, lê tê wateya ku ji sîtema karê asmanî hate derxistin û li herêma navborî hema hema êdî nemimkûne ku bêyî hevsengî bifire.”

Pentagonê herwiha diyar kir ku Wezîr Mark Esper ji Tirkiyê re ragihandiye ku ev êrîş dê aloziyan ji we re derbixe.







Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER ROJEV Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI