forum forum
Bugun...



Platforma Zimanê Kurdî: Dewlet li hemberê Kurdî durûtî dike

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniyekê de qedexekirina Kurdî di Twiterên şaredarîyan de û dijminatiya li hember zimanê Kurdî tê kirin şermezar dike û radigihîne, ji dewletê daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbare zimanê Kurdî de zelal bike.

facebook-paylas
Tarih: 25-08-2019 11:46

Platforma Zimanê Kurdî: Dewlet li hemberê Kurdî durûtî dike

 

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniyekê de qedexekirina Kurdî di Twiterên şaredarîyan de û dijminatiya li hember zimanê Kurdî tê kirin şermezar dike û radigihîne, ji dewletê daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbare zimanê Kurdî de zelal bike. Li aliyeke dewlet weşana TRT bi Kurdî dike, li aliyekî li Zanîngehan beşên Kurdi hene, li dibistanan derza bijarte heye û li aliyekî jî dijminayetî bi zimanê Kurdî re tê kirin.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî:

Qedexekirina Kurdî Di Twiterên Şaredarîyan De.

Ev çi demê ev çi dewran e, ev çi dirûtiyê, ev çi helwestên beradayî ne?

Dîsa weke hercar di vê dema dawî de gelek helwestên xerab di derbara zimanê Kurdî de tên girtin. Her kes li gorî nezanî û çewtiyên xwe di derheqa zimanê Kurdi de bêserûbêr daxuyaniyan didin, peyaman pêşkêş dikin, helwestan pêşdixin û mafên bikaranîna zimanê Kurdî dixwazin asteng bikin. Lê bila hemû kes û sazî bizanibe ku ev helwesteke şaş e.

Pêşî li Şaredariya Bedlîsê li ser zimanê Kurdî helwestên kêfî hatin pêşxistin, dûra poşman bûn û hicetên teramera pêşkêş kirin. Li hinek deveran navê kolan, tax û tabelên bi Kurdi guhertin.

Hinekan xwestin nav û şopên Kurdî tunebikin. Hinekan xwestin ku dijminayetiya xwe bi Kurdan re di wan mijaran de pêşbixinîn.

Gava ku Wezareta Hundirî qayum danîn ser sê Şaredariyên Kurdan, biryara xwe di malpera wezaretê de bi Kurdî jî belavkirin! Ango li aliyekî qedexe û zordestî, kêfîbûn û înkarkirin, li aliyê din Wezara Hundirê biryarê xwe bi Kurdî belav dike! Dîsa, piştî ku Walîyê Wanê bû qayûm li ser Şaredariya Wanê, wîna jî hema demildest di malpera şaredariyê de nivisandina twiterên bi Kurdî qedexe kirin.

Bi rastî li miqabilî wan helwestan mirov dikeve nava mitalan: gelo ev çi dirûtiye, ev çi maf û hûqûq nenaskirine, ev çi sergêjekiye? Çima her alî dixwaze li zer zimanê Kurdî xitimandin û derûniya xwe bide der? Kî ji kê re çi şelafiyan dike? Ew ên ku bi vê rêya hanê dixwazin kevneperestî, nejatperestî û dijminayetiyê bi Kurdan re bikin, bila zanibin ku ew di nava helwestên çewt de ne û tu kes jî nikate sûdê ji wan biryarên çewt bidest bixîne.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî van helwestên teramera şermezar dikin û ji dewletê daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbare zimanê Kurdî de zelal bike. Peyamê dewlet û saziyên dewletê divê werin zelal kirin. Divê helwesteke tebût were pêşkêş kirin. Li aliyeke dewlet weşana TRT bi Kurdî dike, li aliyekî li Zanîngehan beşên Kurdi hene, li dibistanan derza bijarte heye û li aliyekî jî dijminayetî bi zimanê Kurdi re tê kirin. Ji ber wan sedeman em çareke din dubare dikin; zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Divê zimanê Kurdi bibe xwediyê statûyeke hıqûqî. Ji bona çareseriya wan pirsgirêkan divê dewlet sazîya zimanê Kurdî bi fermî damezrîne. Şelûlibûn divê ji holê rabe.

İncex wilo pirsa zimanê Kurdî normalîze bibe, bibe civakî û mafekî xwezayî. Em Kurd doza zimanê xwe dikin! Em Kurd ne li dijî zimanê tu kesan e, bila ji kerema xwe re jî tu kes dijminayetiye bi zimanê Kurdî re neke. Yên ku dijminayetiyê bi zimanê Kurdi re bike, dijminayetiyê bi Kurdan re dike. Bila ev wilo bê zanîn!

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir. 25 08 2019







FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER PERWERDEHÎ Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI