forum forum
Bugun...



Polîsan stranên Kurdî li kafeyê qedexe kirin

Polîsên li kafeyek navçeya Sûrê rûniştin li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarê kafeyê re gotiye “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

facebook-paylas
Tarih: 03-10-2019 12:11

Polîsan stranên Kurdî li kafeyê qedexe kirin


Polîsên li kafeyek navçeya Sûrê rûniştin li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarê kafeyê re gotiye “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

Li dijî ziman û stranên kurdî bêtehamûlî dewam dike. Komek polîs di nav de ku rayedarên polîsan jî hebûn duh êvarê li kafeyek li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê rûniştin. Li kafeyê di YouTube’de stranên kurdî vekirîbûn û dihatin gotin. Hat zanîn ku polîsan ji xebatkarek kafeyê re gotin “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”

 
Li ser vê bêtehamûliya polîsan jî xwediyê kafeyê stranên dihatin lêdan neguhert û YouTube’yê di herikbarîna xwe de li ser stranên kurdî dewam kir. 
 
Polîs heta derengiya êvarê li wê kafeyê rûniştin. Hat zanîn ku polîs ji serê sibehê ve heta êvarê li derdora wê kafeyê çûne û hatine. 



Kaynak: MA




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SIYASET Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI