forum forum
Bugun...



Rewşenbîrê Kurd Keremê Anqosî koça dawî kir

Nivîskar û rojhilatnasê navdar ê Kurd Keremê Anqosî, di temenê xwe yê 81 saliyê de li Gurcistanê koça dawî kir.

facebook-paylas
Tarih: 03-10-2019 11:02

Rewşenbîrê Kurd Keremê Anqosî koça dawî kir


Nivîskarî, rojnamevan, rojhilatnas û helbestvan Keremê Anqosî ku di heman demê de endamê Civaka Kurd a Gurcistanê û herwiha berpirsê Radyoya Ronkayî bû, roja 1ê Cotmehê li Tiflîsa paytexta Gurcistanê koça dawî kir.

Keremê Anqosî, roja 10ê Cotmeha 1937an li Tiflîsê weke zarokê malbateke Kurdên Êzidî hat dinê. Anqosî heyam û salên dirêj, xizmeta ziman û wêjeya Kurdî kir û derbarê dîrok û etnografyaya Kurdan û herwiha derbarê Êzdayetiyê de, xebat û lêkolîn pêkanîn û ew xebatên xwe jî weke pirtûk belav kirin.

Li Gurcistanê ku di nav Yekitiya Sowyetê de bû, pêşangiya xebatên komele, sazî û dezgehên ku bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî hatibûn vekirin, kir û helbestên ku wî nivîsandibûn, weke stran hatin belavkirin.

Keremê Anqosî, hemû berpirsyarî û lêçûnên rojnameya ‘Gelawej’ ku yekem rojnameya Kurdî bû li Gurcistanê, li xwe girtin û herwiha derbarê çand, ziman û dîroka Kurdî de hejmareke zêde ya panel, pêşangeh û çalakî organîzekirin û birêve birin.

Anqosî ku sala 1978an di Radyoya Dewletê ya Gurcistanê de, beşa Kurdî vekir, li Gurcistanê di navbera gelê Gurcî, Kurd û Azerî de, weke pirekê bû û di heman demê de jî endamê Komeleya Rojnamevanan a Gurcistanê bû.

Rewşenbîrê Kurd Keremê Anqosî ji aliyê hikûmeta Gurcistanê ve bi medalyaya rûmetê hatibû xelatkirin.







Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER JIYAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI