forum forum
Bugun...



Serlêdana kûrsê havînê yên Şaredariya Amedê destpê kir

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşmeya “Bi Fêrgehên Sporê ên Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” ji bo zarokan Fêrgehên Sporê yên Havînê li dar dixe.

facebook-paylas
Güncelleme: 18-06-2019 11:32:18 Tarih: 18-06-2019 11:12

Serlêdana kûrsê havînê yên Şaredariya Amedê destpê kir

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşmeya “Bi Fêrgehên Sporê ên Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” ji bo zarokan Fêrgehên Sporê yên Havînê li dar dixe. Heta niha Hezar û 700 zarok qeyd kirin, lê rewşa aboriya zarokan çiye nayê zanîn. 

 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşmeya “Bi Fêrgehên Sporê ên Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” di demsala havînê de ji bo zarokan Fêrgehên Sporê yên Havînê li dar dixe. Şaredarî serlêdanên fêrgehê heta 24’ê Pûşperê li Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a li Sumerparkê, Kompleksa Werzîşê ya Talaytepeyê, Birka avjeniyê ya TOKÎ’yê û li Mala Zanînê qebûl dikin. Wê li Fêrgehan qursên avjenîyê, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, futbol, voleybol, basketbol, jîmnastîk, karete, santranç,  zanîst û teknolojî, lîstikên aqil û zîrekiyê, nivîskarî û afirandin, matematîk, xwendina bi lez, xebatên ger û geştê û muzîkê di nav de bi giştî di 16 beşan de bên dayîn. 
 
QURS DI 1'Ê TÎRMEHÊ DE DEST PÊ DIKE 
 
Zarokên di navbera 7 - 16 salî de wê ji van qursan sûdê bigirin. Şaredarî wê bê pere qursan bide zarokan. Dîsa xizmeta zarokan wê ji aliyê şaredariyê ve bê pêşwazîkirin. Qursa ku di 1’ê tîrmehê de dest pê bike wê heta û 1’ê îlonê bidome. Heta niha nêzî Hezar û 700 zarokan serlêdan kiriye.
 
Serokê Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mahmut Evînç der barê Fêrgehên Sporê yên Havînê de agahî dan û diyar kir ku dibistanên havînê bi dirûşma "Bi Fêrgehên Sporê ên Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” vedikin û wiha got: “Di pevajoya qeyûman de gelek bajar hatin îhmal kirin û xerakirin. Qeyûmê zaror paşguh kirin. Pêdivî û bendewariyên gel nebersivandin. Em di nava hewildaneke de ne ku dîsa bi civakê re têkiliyê deynin û civak vîna xwe di rêveberiyê de bibîne.”
 
Evînç, anî ziman ku di pankartên li kolanan û li ser rûpêla Şaredariya Bajarê Mezin de xebatên xwe bi du ziman û du zaravayan dimeşînin û wiha bi dawî kir: “Em di 16 branşan de perwedê didin. Armanca me li gelemperiya Amedê xwe bigihînin 3 hezar zarokan. Pêşiya du heftiyan li her çar aliyên Amedê me bangawaziya qursên sporê ên havînê li gelê xwe kir. Em dixwazin ku zarokên ku aktîvîteyên wan nebin tevlî qursên havînê bibin. Qursên me dê di 1’ê tîrmeh de dest pê bike û di di 1'ê îlonê de bi dawî bibe. Em bang li malbatan dikin ku zarokên xwe qeyd bikin." 
 
XWE GÎHANDIN KIJAN ZAROKAN?  
 
Li aliyê din Krîterên zarokên ku tev li kursan bibin li gorî çi tê diyarkirin, hezar û 700  zarokên ku qeyd kirine bi piranî rewşa aboriya wan çiye, çiqas xwe gihandin zarokên xizan, ji bo xwe bigînin zarokên xizan û pêdiviya wan pê heye xebatek çawa hatiye kirin naye zanîn. 



Kaynak: MA




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SPOR Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI