forum forum
Bugun...



Serok Barzanî serdana baregeha Yekitiya Zanayên Îslamî kir

Serok Mesûd Barzanî serdana baregeha Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê kir û bi helkefta çil û nehemîn damezirandina Yekitiyê, pîrozbahî li serok û endamên wê kir.

facebook-paylas
Tarih: 22-09-2019 14:37

Serok Barzanî serdana baregeha Yekitiya Zanayên Îslamî kir

Serok Mesûd Barzanî serdana baregeha Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê kir û bi helkefta çil û nehemîn damezirandina Yekitiyê, pîrozbahî li serok û endamên wê kir.

Serok Barzanî îro danê sibê çû baregeha Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê û ji aliyê serok û berpirsên din yên wê ve hat pêşwazîkirin.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku DAIŞ û terorîst dîn bo meramên xwe yên kirêt bikar tînin û got, ewa ku wan kirin mezintirîn sûc bû li hember dîn. Di îslamê de tiştekî wisa nîne.

Serok Mesûd Barzanî şîret li mamostayên ayînî kir û got, lazim e xelk wisa bên perwerdekirin ku dîn û welat ji hev neyên veqetandin. Ewên ku dîndar bin, hej welatê xwe jî dikin û ewên ku hej welatê xwe bikin dikarin dîndar jî bibin.

Serok Barzanî di dawiyê de pîrozbahî li serok û berpirsên Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî kir û got, bo piştevanîkirina we çi ji destê me were, emê bikin.




Kaynak: Bas News




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KURDISTAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI