escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoxan îro di vekirina Navenda Giştî ya TUVGA’yê de rewşa dawî ya Tirkiyê nirxand û got: “Di 16 salên dawî de dewletê, ji ber ol û zimên li kesî neheqî nekiriye û her kes dikare bi awayekî azad zimanê xwe bi kar bîne û wacîbên ola xwe pêk bîne.”
Erdoxan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hukimeta me ti caran zext li ziman, ol û mezhebên cuda nekiriye û dê neke jî.”
Vê daxuyaniya Erdoxan; Kurd, Elewî û kêmjimarên din aciz kir. Nûnerên van komên ku xwe li Tirkiyê di bin zext û zordariyê de dibînin bertek nîşanî vê gotinê dan û gotin: “Gelo Erdoxan van gotinan bi nezanî dibêje an henekên xwe bi milet dike?”
Erdoxan di axaftina xwe de soza berfirehkirina qada azadiyê jî da û got: “Heqê her kesî di dema îqtîdara me de di bin garantiyê de ye!”