forum forum
Bugun...



Terorîstên DAIŞê êrîşê gundê Kurdan kir, 3 gundî kuştin

Derengê şeva bûrî di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê li ser hêzên pasewanên sînor li gundekî Xaneqîne, 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

facebook-paylas
Tarih: 28-09-2019 10:41

Terorîstên DAIŞê êrîşê gundê Kurdan kir, 3 gundî kuştin


Derengê şeva bûrî di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê li ser hêzên pasewanên sînor li gundekî Xaneqîne, 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Jêderekî ewlekariyê ji Xaneqînê ragihand, derengê şeva bûrî çeteyên DAIŞê êrîşî ser Fewca 1 a Lîwaya 8 a Pasewanên Sînor li nêzîkî gundê Mîxasê yê Xaneqînê kir û şer pevçûn derket.

Wî jêderî da zanîn, di encama êrîşê de 3 welatiyên Kurd ên sivîl ku xelkê wî gundî ne hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, piştî gihîştina hêzeke mezin ji Xaneqînê, çeteyên DAIŞê ji wê navçeyê reviyan.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, valahiyeke ewlehiyê li Xaneqîn û derdora wê dirust bûye û Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nikarin ewlehiya deverê biparêzin.




Kaynak: K24




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KURDISTAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI