bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort

escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort

porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno
Bugun...



YNK ji bo koalîsyonê jigirîtiya Serokwezîrî dixwaze

YNK ji bo ku di koalisyona hikûmeta Kurdistanê de jih bigre şert û mercê xwe diyar kir. Hat ragihandin ku, YNK wek hevkarê koalîsyonê cigirîtiya Serokwezîriyê dixwaze.

facebook-paylas
Tarih: 29-10-2018 20:22

YNK ji bo koalîsyonê jigirîtiya Serokwezîrî dixwaze

 

Berpirsên YNKê dilgiraniya xwe derbarê rijdbûnê PDKê li ser karkirin bi pîvana hejmara kursiyan di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîşan da. Yekîtî di wê baweriyê de ye ku divê hevbeşekî sereke be, di Hikûmetê de.

 

Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Ednan Heme Mîna ji heftenameya Rûdawê re ragihandiye, tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de gotûbêj destpê bikin û dibêje, endamê Desteya Kargêrî ya YNKê Omer Fetah serokatiya şanda wan dike.

 

Ednan Heme Mîna diyar kiriye, çi encamek ji gotûbêjên navbera PDKê û YNKê derkeve, dê di civîna serkirdayetiya partiya wan de bê gotûbêjkirin û biryar li ser bê dayîn.

 

Ednan Heme Mîna dibêje, YNK hêza duyem û hêzeke bibandor e di qada siyasî ya Kurdistanê de û her hêzek eger bixwaze ku bo çar salên dahatî aramî li Kurdistanê hebe, divê bi awayekê ciddî beşdariya YNKê di hikûmetê de li ber çav bigire.

 

Tevî wan hişyariyên nerasterast, wî endamê serkirdayetiya YNKê herwiha da xuyakirin, ku kêşeyên wan û PDKê ne gelekî mezin in û dikarin nakokiyên xwe çareser bikin û li hev bikin.

 

Herwiha endamekî din ê serkirdayetiya YNKê ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re eşkere kir, ku di rojên derbasbûyî de, ew ligel PDKê di derbarê pêkanîna hikûmeta nû axivîne.

 

Çavkaniyekî agahdar ji nav YNKê jî ji Rûdawê re da zanîn: Tevgera Goranê nîvê kursiyên YNKê bi dest xistine û nabe ku posta cîgirê serokwezîr bidin Goranê û daxwaz ji YNKê bê kirin ku serokatiya parlamentoyê werbigre.

 

Heman çavkanî dibêje, çar salên bê gelek çarenivîssaz e, ji ber ku çend yasayên giring hene ku dê kar li ser wan bê kirin, weke yekalîkirina yasaya serokatiya herêmê, yasaya çaksaziyê û Destûra Herêma Kurdistanê. Bi gotina wê çavkaniyê, hejmara kursiyên PDKê di vê xûla parlamentoyê de zêde ne û her aliyek ku serokatiya parlamentoyê bike, dê rastî gelek rexneyan were.

 

Li gorî rêziknameya parlamentoya Kurdistanê, piştî yekalîkirina îtîrazan û pesendkirina encaman ji aliyê encûmena dadwerî ve, divê Serokê Encûmena Dadwerê di heyama 10 rojan de endamên xûla nû ya parlamentoyê vexwîne civînê, eger jî vexwandin nehate kirin, parlamento dikare piştî 10 rojan bixwe bicive.

 

Endama Serkirdatiya YNKê, Nermîn Osman jî di wê baweriyê de ye, ku di civîan çaverêkirî ya encûmena serkirdatiya YNKê de, ew yek zelal bibe ku partiya wan dixwaze çi daxwazî û mercan bixe pêşberî şanda PDKê.

 

Nermîn Osman dibêje: “Behsa sazkirina kongreya YNKê jî tê kirinm çimku niha ev yek bûye xwasta beşek ji serkirdatiyê, lê belê bo pirsa pêkanîna hikûmetê, li gel PDKê gotûbêj hatiye kirin û li ser rêkevtina xwe me bi PDKê re axivîne, lê derbarê postan de me qise nekiriye û ew yek bo şanda YNKê hatiye hîştin.”

 

YNKê di hilbijartinên vê carê de 21 kursî bi dest xistine. Di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, YNKê postên cîgirê serokwezîr û wezareta tendirustî, wezareta avedankirinê, wezareta şehîdan û enfalkiriyan û wezaretên rewşenbîrî û xwendina bilind wergirtibûn. Lê berpirsên YNKê vê carê nîgeran in, ji ber ku di wê baweriyê de ne, ku eger Goran, aliyên Tirkmen û Mesîhî beşdarî di hikûmetê de bikin, dê postên kêmtir ber YNKê bikevin, lewma çavê YNKê li ser wê yekê ye, ku Goran beşdarî hikûmetê nebe, daku bidestxistina yek ji serokatiyan li ser wê girantir nekeve.

 

Li aliyekê din, Tevgera Goranê jî hizir li beşdarbûna di hikûmetê de dike û endamekî Civata Niştîmanî ya Tevgera Goranê dibêje: “Xwasta beşdariyê di hikûmeta de li ser asta serkirdayetiyê de cidî ye û beşeke mezin ji Xaneyên Raperandinê û Civata Niştîmanî wê yekê baş dibînin.”

 

Li gorî heman rayedarê Goranê, roj bi roj di nava kadro û rêxistinên Goranê de, fişar li ser serkirdatiya wê partiyê zêde dibin, daku tevli hikûmetê nebin û di vê xûla parlamentoyê de Goran bibe opozisyon.




Kaynak: Rudaw




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SIYASET Haberleri

YUKARI YUKARI