forum forum
Bugun...



Zêdetirê saleke ku tu agahî ji dayika Efrînî û 2 zarokê wê nine

Li Efrînê grûpên terorîst ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, jineke Kurd û 2 zarokên wê ji salek û 4 mehan ve revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

facebook-paylas
Tarih: 15-09-2019 12:24

Zêdetirê saleke ku tu agahî ji dayika Efrînî û 2 zarokê wê nine


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa terorîst ya bi navê “Lîwa 213” û bi hevrêzî ligel grûpa El Hemzat jineke Kurd a ji gundê Kefir Sefrê Estirvan Es'ed Ebdo ligl 2 zarokên wê Ercan û Hesen ji roja 20. 05. 2018an ve li ser riya Cindirês – Efrînê revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistinê da zanîn, di vê heyama salek û 4 mehan de berpirsê di grûpa El Hemzat de Ebo Ebid El Boşî 2 caran pêwendî bi malbata Estirvanê re kir, lê cihê girtina wê ji wan re diyar nekir.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, pêştir çeteyan hevjînê Estirvanê Mihemed Hesen Hesen ê ji gundê Miskê 2 rojan revandibûn û herwiha bavê Estirvanê jî 2 mehan revandibûn û di bin eşkenceyê de lingê wî şikandibûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18 Adara 2018an ve û li gor zanyariyên rêxistinên mafên mirovan bêhtir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û ta niha zêdetir ji hezar kesî hîna revandî ne.




Kaynak: K24




FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER JIYAN Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI