escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Komîteya Perwerdehiya Minbicê 40 hezar pirtukên Kurdî li dibistanên navenda bajêr û gundên Minbicê belav kirin. 30 hezar pirtûkên ku mayîn jî dê di rojên pêşde werin belavkirin.
Midûrê Komîteya Perwerdehiyê li Minbicê Mihemed Şêx Hisên di derheqê mijarê de got: “Ji bo dibistanên li Minbicê 70 hezar pirtûkên nû hatin çapkirin. Me heta niha 40 hezar pirtûk li dibistanan belav kir û yên mayîn jî dê di rojên pêşde werin belavkirin. Em hewl didin ku perwerdehiya li Minbicê pêşde bibin. Loma jî xebatên me berdewam in.”
Şêx Hisên daxuyand ku li dibistanên Minbicê him perwerdehiya bi Kurdî him jî bi Erebî he ye û mufredata rêvebiriya herêmê û navendê bi hev re tê tetbîqkirin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Şêx Hisên diyar kir ku li navend û gundewarê Minbicê 317 dibistan û 130 hezar jî xwendekar he ne.