bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort bursa escort

escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort

porno izle porno porn izle porno sex türbanlı porno
Bugun...



Avahiya HDPê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin

Walîtiya Amedê li gorî erkên ku di çarçoveya OHAL'ê girtibûn tev geriya û hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Ocalan ketiye grevê, heta 15 rojan qedexe kir. Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP'e ya Amedê dorpêç kir.

facebook-paylas
Güncelleme: 16-11-2018 13:55:41 Tarih: 16-11-2018 13:51

Avahiya HDPê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin


Walîtiya Amedê li gorî erkên ku di çarçoveya OHAL'ê girtibûn tev geriya û hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Ocalan ketiye grevê, heta 15 rojan qedexe kir. Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP'e ya Amedê dorpêç kir. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî li dijî şerê li ser Efrînê dijberiya xwe anî ziman û li dijî şer derket, di 31'ê Çile de hatibû girtin. Guven, piştî bû wekîl jî dîsa li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî tê darizandin. Guven, bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 7'ê mijdarê de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya Guven di roja 10'an de berdewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiya Guven roj bi roj zêde dibe. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê çalakiyê pêk bîne. Lê beriya Rêxistina HDP'ê û wekîlên HDP'ê çalakiyê pêk bînin Walîtiya Amedê bi lez û bez der barê çalakiyên ji bo Leyla Guven de biryara qedexeya çalakiyan da. Walîtiya Amedê li gorî erkên ku di çarçoveya OHAL'ê girtibûn tev geriya û hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Guven a ji bo tecrîdkirina Ocalan ketiye grevê, heta 15 rojan qedexe kir. Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP'e ya Amedê dorpêç kir. 
 
Gişî çalekî hatin qedexe kirin
 
Walîtiya  Amedê di biryarê de diyar kir ku hemû çalakiyên li nava bajar û dervê bajar heta 15 rojan hatiye qedexekirin. Piştî Rewşa  Awarte (OHAL) hat rakirin, Wezareta Karên Hundir, li gorî Qanûna Îdare ya Bajaran a Hêjmar 5442 a 11/A ku 'Walî wekî amirê hemû polîs, esker û hemû hêzen taybet ên sînorê bajar e' dabû walî. Walî jî li gorî vê erka ku dane wî tev geriya û biryara qedexeya 15 rojan da. 
 
Avahiya HDPê hate dorpêçkirin
 
Beriya ku Rêxistina HDP'ê li ber girtîgehê daxuyaniye bide, polîsan biryar radestî Hevseroka HDP'e ya Amedê Fîlîz Buluttekîn kir. Polîsan piştî biryarê avahiya HDP'ê ya Amedê û girtîgeha Tîpa E ya Amedê dorpêç kir.  Polîsan dora avahiya HDP'ê û Girtîgehê bi TOMA û maşineyên zirxî dorpêç kirin û hêzên çevîk amade bûn. 



Kaynak: MA




Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER SIYASET Haberleri

YUKARI YUKARI