escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Di 30ê meha Eylula 2018an de li Herêma Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê birêve çû. Li gorî encamên ku Komîsyona Hilbijartinê diyar kirî PDKê 45, YNKê 21, Goranê 12 Hereketa Nifşa nû 8 û Komelê jî 7 Kursî bi dest xwe ve anîn. Piştî ku Komîsyona Hilbijartinan encamên resmî diyar kir niha pêvajoya damezrandina hukimetê dest pê kiriye.
Heta niha di 4 serdemên Parlamentoya Kurdistanê de hemî partiyan li gorî dengên xwe di hukimetê de cih digirt loma muxalefeteke ku hukimetê kontrol bike tine bû. Lê cara pêşî Hereketa Nifşa nû diyar kir ku ew ê di hukimetê de cih negrin û dê li muxalefetê bimînin. Ev jî dê bibe tecrûbeyeke nû di dîroka demokrasî û Parlamentoya Kurdistanê de.
Hereketa Nifşa Nû bi helwesta xwe ya li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê tê naskirin.