escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Li navçeya Çemçemalê, ji ber kerebeyê, 7 kes ji malbatekî jiyan xwe ji dest dan. Ji ber kontaka kerebeyê, li nevçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, 7 kesên ku ji yek malbatê ne jiyana xwe ji dest dane.
Şeva borî li navîçeya Çemçemalê ji ber kontaka kerebeyê, malek bi giştî şewitî û 7 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan, her weha sedema wê jî ew bû ku hîterê kerebeyê agirgirtiye û di encamê de, tevahiya malbat hem bi şewtandin û hem jî bi dûmanê agirê jiyana xwe ji dest dane.
Di wê barê de, Rêvebiriya polîsê Çemçemalê jî dibêje; Ew 7 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, tev ji yek malbatê ne ku di yek udê de xewkiribûn.
Her weha rêvebirê giştî yê polîsê Çemçemalê Adil Salih ragihand; Sedema wê buyerê kontaka kerebeyê bû ye ku di encamê de, tevahiya endamên wê malbatê jiyana xwe ji dest dane.
Wî berpirsî aşkire kir ku ew malbat bi regez erebin û ji 12 salan ve nçştecihê Çemçemalê ye ku 4 zarokin li gel dêk û bav û pitka wan hemûyan jiyana xwe ji dest dane.
Piştre termên wê malbatê ji bo nexweşxaneyê û dadweriya bijîşkî hat rewanekirin tako lêkolîn û lêpirsînê li ser bikin û çawaniya buyerê zelaltir bikin.