escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên ragihand, îro hêzên asayişa Silêmaniyê baregeha wan li Silêmaniyê dorpêç kir û bi bihaneya nebûna moleta fermî daxwaza valakirina baregehê kir.
Husên diyar kir ku: “Niha hêzên asayişê ji derdora baregeha me vekişiyane û moleta 24 seat da me, ta ji baregeha xwe derkevin.”
Tara Husên balkişand ser vê yekê ku, pêştir wan hemû riyên yasayî girtin ber ji bo moletê werbigirin, lê molet ji bo wan nehatiye dan.
Hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê got jî: “Bi her awayekî daxwaza valakirina baregehên me li Silêmaniyê red dikin û ji baregehên xwe dernakevin.”
Berî çend rojan Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî biryarek derkiribû, her aliyek moleta wan tune be, divê baregehên xwe bigirin.