Du-sê roj berê YNKê ragihandi bû ku “4 hezar” endamên Gorranê ji Gorranê veqetine û tevlî YNKê bûne. YNKê hinek ji wan biribû ser qebrama Mam Celal û sond bi wan dabû xwarin!
Li ser vê yekê, endamê civata niştimanî ya Gorranê Şaxewan Reûf Beg got, di nav wan kesên ku YNKê biribûn ser qebra Mam Celal de, kesên wisa hene ku min heta niha carekî jî rûçkê wan di nav Gorranê de nedîtiye! Ji ber ku ez ji destpêka Gorranê de di nav de me. Bi rastî jî YNK karên sosret dike.
Endamekî din yê civata niştimanî ya Gorran bi nave Emîr Hacî Kemal jî ji BasNewsê re got, ew siyaseta ku YNK dimeşîne, kevn bûye. Ma pêwîst dike ew kesên ku tevlî wê bûne, bibin ser qebra Mam Celal û sond bixwin!
Emîr Hacî Kemal her wiha got, belkî hinek endamên Gorranê westiya bin yan jî ew tiştên ku dixwastin li nav Gorranê de bi dest nexistibin û dest ji Gorranê berdabin lê naçin tevlî YNKê nabin, diçin mala xwe. Ew ji ber gendeliyê ji YNKê veqetiyabûn vêca dê çawa dîsa vegerin!
Wî berpirsê Gorran anî ziman ku YNK gelek caran endamên xwe derdixîne ser ekrana televîzyonê yan jî dibe ser qebra Mam Celal paşê dibêje, ew qas endamên Gorranê tevlî me bûn! Ew dixwazin bi vê yekê dilê endam û alîgirên xwe xweş bikin û bêjin qaşo YNK mezin dibe! YNK tenê di sextekariyê de jêhatî ye!