escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Kilçdaroglu ji rojnameya Hurriyet a Tirkî re ragihand, ku wan ti civîn li gel berpirsên HDPê lidar nexistiye û got: Perlamenterên me û HDPê li nav Perlemanê hev dibînin, li gel hev diaxivin, lê di warê siyasî de hevdîtinan nakin.
Berî niha nivîskarê rojnameya Milliyet a Tirkiyê Talat Atîla, di gotarekê de gotibû: Kilçdaroglu di roja 8 Mijdarê de, li otêleke Enqerê, bi awayekî nihênî, li gel siyasetvanê Kurd Ehmed Turk civiya ye.
Li gorî Talat Atîla di rojnameya Milliyet de nivîsiye, Kilçdaroglu ji bo hilbijartinên şaredariyan li Enqerê û Stenbolê, daxwaza piştevaniyê ji HDPê kiriye.
Heya niha jî, HDP û Ehmed Turk ew zanyariyên di rojnameya Milliyet de hatine belavkirin, red nekirine.
Biryar e di 31ê Adara 2019an de, hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bên kirin, ji bo vê yekê jî, berî niha çendîn caran hevserokên HDPê, daxwaza rêketinê ji CHPê kirine.