escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Ji ber ku baraneke zêde bariye, li kampa Şêxanê ku penaberên Kurdên Êzidî têde dijîn, av çûye nav 30 çadirên awareyan û hemû kelûpelên wan ketine bin avê û rewşa wan xirab e.
Çavkaniyekî ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê ragihand, şeva bihorî li devera Şêxanê gelek baran bariye û ji ber zêdebarîna baranê, li nav kampa Şêxanê lehî rabû û derdora 30 çadirên awareyên Kurdên Êzidî yên li vê kampê ketin bin avê.
Çavkaniyê ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê got, tîmên Hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê û nîştecihên kampê rizgar kirin û rewş kontrol kirin.
Derbarê zirarên lehiyê de jî, çavkaniyê ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê got, ji ber lehiyê ti zirarên canî çênebûne, lê belê zirarên maddî gihîşte çaciran û kelûpelên awareyan ên di nav çadirên kampê de.
Ji roja pêncşembiyê ve pêleke baranbarînê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û ji duh ve li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê baraneke xurt bariye.
Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî pêşbînî kiriye, ku ev pêla baranbarînê dê heta 26ê Mijdarê berdewam be.