Li Cizîrê polîsan çend hefte berê li esnafên heta derengê şevê vekirî bûn geriyan û ji wan xwest dikanan herî dereng saet di 24:00'an de bigirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, esnaf dikarin heta saet 24:00'an dikarin dikanên xwe vekirî bihêlin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, çend hefte berê polîs li esnafên heta derengê şevê vekirî ne geriyaye û ji wan re gotiye divê ji niha û pê ve herî dereneg saet heta 24:00'an vekirî be û piştî 24:00'an qedexe ye.
Hat hînbûn ku polîsan ji bo vê biryarê tu hincet nîşan nedane, lê hat gotin biryar a qeymeqamtiyê ye. Li ser vê esnafan daxwazname ji Qeymeqamtiya Navçeyê re şandin û hevdîtin bi rayedarên emniyetê re çêkirine. Lê belê esnafan diyar kir ku dîsa jî tiştek bi dest wan neketiye û ji wan re hatiye gotin ev biryar biryareke demborî ye.