escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Îro roja duşemê (15-10-2018) li bajarê Silêmaniyê û li baregeha polîtburoya siyasî ya YNKê, şanda Hevpeymaniya Çaksaziyê bi serokatiya Emar Hekîm û YNK bi serokatiya Kosret Resûl li hev civiyan.
Li gor ragihandina YNKê, di civînê de herdu aliyan li ser rewşa Iraqê, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, beşdariya hemû pêkhateyan û çareserkirin kêşeyan li gor destûra Iraqê guftûgoyên hûrgilî û berpirsyarane kirin û hemfikr bûn li ser amadekirina karnameya destpêkirina qonaxeke nû ya rêveberiyê û proseya siyasî, ku têde Iraq bi hemû pêkhateyan bihêztir dibe.
Di ragihandina YNKê de hat gotin: “Li ser kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û navendê nehatine çareserkirin, guftûgo hatin kirin. Bi taybetî jî pirsa Kerkûkê û herêmên bi nakok, cîbicîkirina xala 140î ya destûrê, çareserkirina kêşeya neft û gazê, budçe û pêşmerge li gorî destûra her demî ya Iraqê.
Ji bo pirsa serokomariya Iraqê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ev tişt hatin gotin: “Herdu aliyan ji bo destpêkirina qonaxeke nû li Iraqê piştevaniya xwe ya bo serokomarê nû yê Iraqê, serokwezîrê erkdarî bo pêkanîna kabîneya nû û serokê encûmena nûneran bo derbaskirina qeyran û kêşeyan destnîşan kirin.”
Piştî civînên şanda bilind ên Şîe û Sinneyên Iraqê li Hewlêrê, îro li Silêmaniyê li gel aliyên siyasî kom bûn û yeke serdana wan jî bo aliyê Polîtburoya Siyasî ya YNKê bû, ku nûnerên wan ên diyar bo wê hatibûn amadekirin.
Roja Yekşemê (14-10-2018) şanda Şîe û Sunneyên Iraqê li Hewlêrê 3 civînên cuda pêk anîn. Di destpêkê de li gel Serok Mesûd Barzanî civiyan, paşê serdana baregeha Polîtburoya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Sekreterê Polîtburoya Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî ve hatin pêşwazîkirin. Paşê jî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan.