escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Li Tirkiyê ji sala 1933an pê ve her roj zarokên ku diçin dibistanên seretayî berî ku dest bi dersê bikin sonda bi navê Andimiz (Sonda me) dixwendin. Ji ber ku di vê marşa navborî de gotinên gelek faşîst û şovenîst hebûn her tim dihate rexne kirin. Ev marş di sala 2013an de hate rakirin lê nijadperestên tirk ji vê biryarê pir aciz bûn û her tim dixwestin ji nû ve vê marşê têxin meriyetê de.
Di destpêka sala 2018an de Sendîkaya Perwerdeya Tirkî ji bo betalkirina biryara hukimetê a 2013an li Daniştayê doz vekir. Dadgeya 8. a Şûraya Bilind hefteya bihurî biryara xwe da û riya xwendina Andimizê di dibistanan de ji nû ve vekir.
Piştî betalkirina biryara hukimetê ji nû ve di siyaseta Tirkiyê de nîqaşên mezin dest pê kirin. Partiya Nijadperest a Tirkî MHPê bi awayekî xurt piştevaniya dadgehê dike û dixwaze ku sonda navborî ji nû ve di dibistanên seretayî de bê xwendin.
Berî niha bi 3 rojan Parlamenterê CHPê Mahmut Tanal ku xwe weke welatiyekî nijadkurd ê Tirkiye bi nav dike di hesabê xwe yê twîtterê de piştevaniya xwe diyar kir bo Andimiza Tirkî û got: “Weke welatiyekî nijadkurd ê Tirkiyê min di dema zarokatiya xwe de her sibê Andimiz dixwend. Min ti caran ev sond weke heqareteke ku li kurdan tê kirin nedît. Sonda Tirkîtiyê hestên weke hezkirina welêt, milet û Atatûrk her wiha hurmeta mezinan û hezkirina piçûkan xiste dilê min.”