escort bayan sisli bayan escort esenyurt escort escort
![]() |
Tweet |
Serok Mesûd Barzanî îro çû Bexda yê. Barzanî berya nivrojê gihişt paytexta Iraqê û ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ve hate pêşwazîkirin.
Balafira Serok Barzanî îro saet 11:45an li balafirxaneya navdewletiya Bexdayê danî.
Ji bo pêşwazîkirina Barzanî, li balafirxaneya navdewletiya Bexdayê amadekariyên fermî hatine kirin û weke protokola femrî maforê sor di merasîma pêşwaziya Barzanî de hatiye danîn.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û çend wezîr û rayedarên din ên Iraqê di merasîma pêşwaziya Barzanî de amade bûn.
Hate ragihandin ku, Serok Barzanî dê îro li Bexdayê çend hevdîtin û civînên giring bi berpirsên hikûmeta Iraqê re pêk bîne.
Wek din, Serok Barzanî dê îro bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û çend rayedarên din ên iraqî re bicive.